image

PeyamaKurd – Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku piştî êrîşên 9ê Cotmeha 2018an ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, 2 kesên sivîl hatin kuştin.

Bûyera ku doh 16ê Gulanê qewimiye li xaleke kontrolê ya komên çekdar rû da. Li gorî zanyariyên xewcihî, kesên bi navên Mihemed Xidir Hisên û Ziyab El Elî ku ji bajarê Reqayê dihatin û diçûn Serêkaniyê, li gundê Qeşka li xala kontrolê ji aliyê çekdaran ve hatin gulebaran kirin.

Hat ragihandin ku di gulebaranê de herdu kesên sivîl jî jiyana xwe ji dest dane.