
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Silêmaniyê 3 ji wan emîr 7 terorîstên DAIŞê hatine desteserkirin.
Rêveberatiya Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê îro 26ê Çile bi daxuyaniyekê ragihand, di çend operasyonan de ku di 23 û 24 vê mehê de hatine kirin 7 tohmetbar hatine desteserkirin ku operasyon bi biryara Asayişa Herêma Kurdistanê û piştî wergirtina razîbûna dadwer hatiye pêkanîn.
Asayîşa Rojavayê Silêmaniyê diyar kir, ew 7 tohmetbar li gorî “madeya 4 a terorê” hatine desteserkirin, xelkê parêzgehên naverast û başûrê Iraqê ne û ji bo ku xwe veşêrin li ser navê karkirinê çûbûne Çemçemal û Baziyanê.
Hat ragihandin ku piştî lêkolînan eşkere bûye ku 3 ji wan girtiyan di nav DAIŞê de “Emîr” bûne, û hemû şandin ber dadweriyê.
Li gorî daxuyaniyê kesên desteserkirî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve jî biryara girtina wan hatibû dayîn, lê hêzên ewlehiya Iraqê nekarîbûn wan desteser bikin.