image

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê grûbekî Kurd ên ji her çar perçeyên Kurdistanê, li ser şehîdkirina keça Kurd Jîna Emînî ku li Tehranê ji aliyê polîsê Tehranê de hatibû kuştin, ji bo piştgiriya çalakiyên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan kir.

Li Silêmaniyê çalakvana bi navê Çimen Muhammed got:

“Komara Îslamî ya Îranê sergirtinê dike sedem, zorê dide ser jinan, wan ji jiyana xebat û siyasî dûr dixe. Tevî zilm û zora ser jinan, divê jin rola xwe bigre ser xwe û wê jinên Kurd têkoşîna xwe dewam bike.”

Çalakvanekî dinê yê bi navê Şerko Heme Emin jî ragihand ku:

“Li Kurdistanê divê partî, hukumet û parlemento biryarekî derxe. Bi vê biryarê divê ti kes li hemberê Rojhilat dernê.”

Mamosteyê zankoya Silêmaniyê Muhammed Resûl jî ragihandina xwe ji bo medya Kurdistanê weha kir:

“Her çar perçê Kurdistanê li hemberê IŞİD ê di têkoşînê de bihevre bû û çiqas xweş bû. Kurd ji bo hev alîkariya mirovî û leşkerî dikirin. Amerîka jî me destek kir. Divê niha jî wisa be.”