image

PeyamaKurd – Kujerê berpirsekî PKKê yê 17 ê vê mehê li Silêmaniyê hat kuştin, ji aliyê Asayîşa Parêzgeha Silêmaniyê hat desteserkirin û radestî dadgehê hatiye kirin.

Rêveberiya Asayîşa Parêzgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekê diyar kir; ji bo dîtina wî tohmetbarî, jûreke operasyonan a hevbeş hat pêkanîn li Dezgeha Asayîşa Herêmê û Ajansa Parastin û Zanyarî û Rêveberiya Asayîşa Parêzgeha Silêmaniyê bi mebesta lêkolîn û lêgerîna tohmetbarên du kiryarên du roj berê.

Herwiha destnîşan kir; piştî gelek hewldanan, karîn ji kêmtirî 24 saetan, tawanbarê sereke yê wan her du kiryaran desteser bikin.

Asayîşa Silêmaniyê eşkere kir, ew her du kiryar, yek ji wan roja 16ê Îlonê rû da û kesek birîndar bû, ya duyem jî roja 17ê Îlonê qewimî û kesek hat terorkirin.

Roja 17ê Îlona 2021ê, Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKKê yê li Başûrê Kurdistanê Yasîn Bulut bi nasnavê Şukir Serhed, li Silêmaniyê hatibû kuştin.