image

PeyamaKurd – Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li 16 parêzgehan li dijî rêxistina Eniya-Partiya Rizgariya Gelê Şoreşger (DHKP-C) dest bi operasyonekê kirin. Li çarçoveya operasyonê de, biryara desteserkirina 126 kesên ku tê îdîakirin alîkariya wê rexistinê dikin hatiye dayîn.

Li gor zanyariyan, di çarçoveya operasyona navenda wê Stenbolê hat destpêkirin de, gelek kes di serdegirtinên malan de hatin desteserkirin. 

Li gor agahiyan, ji 126 kesan 54 kes hatine desteserkirin û bi armanca kesên din jî bên desteserkirin operasyon berdewam in.

Rêxistina DHKP-C, di sala 1978an de bi navê Çepa Şoreşger (Dev Sol) hatiye damezrandin û pişt re ji ber nelihevkirina fikrî  di sala 1994an de navê DHKP-C wergirt. Xwedî îdeolojiyeke Marksîst û Lenînîst e û li Tirkiye weke rêxistineke terorê hatiye ragihandin.