image

PeyamaKurd – Li Binxetê li bajarê Hesîçayê li navça Tirbesipiyê di navbera du malbatên mirovên hevin pevçûn derket û di encamê de 5 kes mirin û 3 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku şer li gundê Xizel li ser erd derketiye û piraniya miriyan zarok in.

Di nav kuştiyan de yek jê navê wî Nafî Huseyn e. Ji malbata dinê kesekî ku miriye navê wî Emer Elo ye. Her sê kesên ku birîndar bûne wan birine nexweşxana Selam ya li Qamîşloyê.