image

PeyamaKurd- Rêvebiriya Giştî ya Ewlekariya Wanê, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku li navçeya Rêya Ermûşê ya ser bi Wanê ve 30 koçber hatine desteserkirin.

Di daxuyaniya hat dayîn de hat eşkerekirin ku di avahiyek du qatî de 30 koçberên Efxanî hatine desteserkirin.

Hat ragihandin ku koçberên desteserkirî, piştî kirariyên fermî, ji bo Navenda Paşveşandinê ya Koç û Koçberan a Wanê hatine veguhestin.

Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku bi tohmeta ku karê qaçaxvaniya koçberan dikin, 3 kesên tometbar jî hatine desteserkirin.