image

PeyamaKurd – Li hejmarek welatên Yekîtiya Ewropayê ji ber ragihandina tedbîrên nû yên bo rûbirûbûna vîrusa koronayê xwepêşandanên nerazîbûnê dest pê kirin.

Bi taybet li Holande û Belçîkayê îro Yekşemê xwepêşandanên dijî tedbîr û qedexeyan li dar ketin û polîsan wan welatan destwerdan li xwepêşandanan kir.

Protestoyên li dijî biryarên nû yên derbarê rênimayên koronayê de, li welatên Awistirya û Xirwatyayê jî jî berdewam dikin û tê çaverêkirin ew protesto hîn belavtir bibin.