image

PeyamaKurd- Li Kurdistanê li bajarê Xaneqînê, du bombe hatin teqandin di encama teqînan de kesek birîndar bû.

Li gorî agahiyan li Kurdistanê li bajarê Xaneqînê li Taxa Yûsuf Begî li nêzîkî mala pêşmergeyekî du bombeyên vedayî teqîn. Di encama teqînê de pêşmergeyek birîndar bû. Piştî teqînê endamên asayîşê derbasî herêmê bûn.

Ji xeynî vê jî li bajarê Wecîhê û Ebarê du bombeyên vedayî bi qontrolî hatin teqandin. Yek ji van bombeyan di nava bexçeyekî de hatibû vedan û ya dî jî di mala welatiyekî de.