
PeyamaKurd - Lijneya Pêşmerge û Navxwe û Asayîş û Encûmena Xwecihî li Parlamentoya Kurdistanê raporta xwe li ser projeyasaya çaksaziyê temam kir û raport radestî Desteya Serokatiya Parlamentoyê kir.
‘Hemû hêzên Pêşmerge li hemû yekeyên jimêryarî dê bên komkirin’
Li gor zanyariyên berdest lijne piştgiriya projeyasaya çaksaziyê û xalên taybet bi lijneya wan kiriye û pêşniyarên nav projeyê de di cîh de nirxandiye. Li gor projeyasaya çaksaziyê hemû hêzên Pêşmerge li hemû yekeyên jimêryarî dê bên komkirin.
Yekeyekî din a wan xalan wiha ye, ku pêdeçûnê li hemû malnişînên payebilind ên hêzên Pêşmerge bike û ew kesên bi neyasayî hatine malnişînkirin, pêdeçûn li ser wan bê kirin û bê rêkxistin.
Raport ji aliyê hemû endamên lijneyê ve hatiye pejirandin û ji bo desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê hatiye rêkirin.