image

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge zanyariyên herî dawî derbarê destbikarbûna 2 lîwayên hevbeş ê Pêşmerge û artêşa Iraqê li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê eşkere kir.

Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge Lîwa Qahreman Şêx Kemal di Wezareta Pêşmerge de ragihand: "Lîwaya 20 a Wezareta Pêşmerge hatiye amadekirin û rahênan pê hatiyekirin û niha navên wan li nava Wezareta Bergiriya Iraqê ye û piştî hurgiliyan wê rol û pênas werin destnîşankirin.”

Lîwa Şêx Kemal eşkere kir, wê ew lîwaya meşq û rahênanê ligel lîwayeke Wezareta Bergiriya Iraqê bike û piştre biçin nava erkên xwe û desst bi kar bikin.

Berpirsê Pêşmerge diyar kir, wê ew herdu lîwayên hevbeş asayîşa herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê biparêzin û got, wê mûçeya wan lîwayan ji ser Wezareta Pêşmerge biçe ser Wezareta Bergiriya Iraqê û di warê mûçe keresteyên serbazî peywendiya wan bi Wezareta Pêşmerge re nemine.

Di sala 2021ê de piştî civînên Wezareta Pêşmerge û Wezareta Iraqê biryar hat dayîn 2 lîwayên hevbeş li herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê were bicihkirin.