image

PeyamaKurd – Mala ku li ser daxwaza malbata Mukriyanî veguherî muzexaneyê, wek Qesra Hêmin Mukriyanî hat vekirin.

Mala helbestvanê Kurd ê navdar ê Rojhilatê Kurdistanê Hêmin Mukriyanî li Mehabadê veguherî muzexaneyê.

Mala ku li ser daxwaza malbata Mukriyanî veguherî muzexaneyê, wek Qesra Hêmin Mukriyanî hat vekirin.

Di muzexaneyê de ji bilî alavên şexsî yên Mukriyanî, destnivîsên helbestvan û nivîskarên Mehabadê jî hene.

Rêveberê Muzexaneya Hêmin Mukriyanî Selah Payanyanî ji K24ê re diyar kiriye, di mûzexaneyê de berhem û destnivîsên kesayetiyên xwedî nasnameya çandî ya Mehabadê tên parastin.

Payanyanî diyar kir, bi sedan pirtûk û destnivîsên nivîskar, helbestvan û hunermendên Mehabadê li Muzexaneya Hêmin Mukriyanî hatine pêşandan û got, hin berhem tenê çapeke wan e û nirxên wan ên manewî bilind in.

Payanyanî got, "Malbatên van kesayetiyan jî alîkariya mûzexaneyê dikin û destnivîsan û herwiha kelûpelên wan ên kesane radestî mûzexaneyê dikin ji bo parastin û nîşandana wan."

Di Muzexaneya Hêmin Mukriyanî de tiştên şexsî û destnivîsên kevnar ên Hejar Mukriyanî, Ehmed Qazî, Mihemed Qazî û Mihemed Mamle hene.

Hêmin Mukriyanî ku navê wî Mihamed Emîn Şexulislamî Mukrî ye, bi nasnameya xwe ya helbestvan, nivîskar û wergêr derdikeve pêş.

Mukriyanî di sala 1921ê de ji dayîk bûye, di sala 1986an de li Urmiyê jiyana xwe ji dest daye.