image

PeyamaKurd - Malbatên şehîdên Amûdê yên xwepêşandana 27ê Hezîrana 2013an piştî ku lêborîna xwe xwest û soza bidûvçûna wê bûyerê da, ji daxwaza dadgehkirina tawanbarên wê êrîşê kir.

Di 27ê Hezîrana 2013an de, ji bo azadkirina çend girtiyên siyasî xwepêşandan li dar xistibûn, lê belê di navbera wan û hêzên asayîşê de alozî derketibû û 6 kes bi guleyên hêzên asayîşê hatibûn kuştin.

Malbatên şehîdên Amûdê, xelkê wî bajarî û hinek endamên Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro serdana goristana qurbaniyên wê bûyerê kirin û daxwaza dadgehkirin û cezakirina tawanbarên wê bûyerê kirin.

Komîteya lehevkirinê ku ji 3 rîspiyên xelkê Amûdê pêk tê ji aliyê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ve hatine erkdarkirin ku heya niha bi malbatên şehîdan re neciviyane, lê haya wan ji daxwazên wan heye û dê bigîhinin Mazlûm.

Li gorî nûçeya Rûdawê Endamê Komîteya lihevhatinê Ebdulqadir Wetê got ku  ENKSê ji wan re gotibû, êdî benda muhasebekirina sucdarên bûyerê hatiye rakirin, ew bi danûstandina ligel malbatên şehîdan re çêbûye û niha ew dibihîzin ku malbatên şehîdan careke din dixwazin sûcdarên bûyerê bêne dadgehkirin.

Herwiha ENKS lêborînxwestinê wekî gaveke erênî dinirxîne, lê dibêje, hîn hemû xalên lihevhatinê li ser bûyera Amûdê nehatine bicihanîn.

YPG: Em berpirsiyarê bûyera di 2013an li Amûdê qewimî ne

Qurbaniyên Amûdê 3 şertan da ber YPG ê