image

PeyamaKurdFermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî diyar kir, eger artêşa Tirkiyê êrîşê Kobanî û Minbicê bike, ev yek ji HSDê zêdetir, wê ji artêşa Sûriyê re bibe pirsgirêk, ji ber ku hêzên rêjîma Sûriyê du qatan ji hêzên HSDê zêdetir li van herêman in.

Li gor Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di hevpeyvîneke ligel rojnameya “Şerq El-Ewset” a Londonî re ku îro hatiye weşandin, li ser pêşniyara Rûsya ya vekişîna HSDê ji Kobanî û Minbicê da zanîn, “Jixwe hêzên rejîmê li Kobanî, Minbic û Til Rifatê hene û du qatan ji hêzên me zêdetir in.”

Herwiha destnîşan kir: “Niha eger êrîşek li ser Kobanî û Minbicê çêbibe, ji me zêdetir wê ji bo rejîmê bibe pirsgirêk. Hêzên rejîmê bi çek û tanqên xwe li ser sînor in û ew ê bêne armanckirin. Wê demê divê rejîm biryarekê bide, yan ew ê vekişe û wan deveran ji artêşa Tirk re bihêle, yan jî wê şer bike.”

Ebdî tekez kir: “Pêwîstî bi vekişîna hêzên me û derbasbûna hêzên rêjîmê nîne, ji ber ku berê ew li wir in. Eger ew behsa vekişîna hêzên asayişê û saziyên din ên Rêveberiya Xweser dikin, ew xelkê deverê ne û xwe bi xwe diparêzin û em jî venakişin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê destnîşan kir, hêzên wan pabendî hemû rêkeftinên hatine kirin bûne, çi yên bi rêjîma Sûriyê re û çi yên di navbera Rûsya û Tirkiyê de hatin kirin û hêzên HSDê 30 km dûrî sînorê Tirkiyê ne.

Di berdewamiyê de Ebdî got: “Ji aliyê xwe ve em ê pabendî rêkeftinên sala 2019ê bin. Hebûna me li wir nîne heta ku ji me bê xwestin bi kûrahiya 30 km vekişin. Em bi fermî ne li ser sînor in. Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) hene, lê ew li derveyî rêkeftinan in.”

Fermandarê Giştî yê HSDê got, roleke baş a fişara Amerîka û navdewletî li ser Tirkiyê hebû ku asta êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê di çend rojên dawiyê de kêm bûne.