
PeyamaKurd – Medya Amerîkî li ser awayê radestkirina girtiyê siyasî yê Kurd Mistefa Selimî ji aliyê asayîşa YNKê ve bo Îranê nûçeyak weşand.
Di nûçeyê de tê gotin, girtiyê siyasî yê kurdê Rojhilatî Mistefa Selîmî derbasî Herêma Kurdistanê bibû lê dîsa teslîmî Îranê hat kirin û Îranê jî ew îdam kir!
Kanala Al Hurra ya ku ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîka ve hatiye damezirandin, li ser girtiyê kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Mistefa Selîmî nûçeyek belav kir ku tê de dibêje; dema Mistefa Selîmî ji girtîgeha bajarê Seqizê xwe rizgar kir, berê xwe da Herêma Kurdistanê. Lê li wir tenê sê rojan ma, ew jî di nav mizgeftê de. Paşê asayişê (ya YNKê) ew girtibû û jê re gotibûn dê ji ber vîrusa koronayê te bibin karantînayê! Lê di nav çend saetan de ew teslîmî Îranê kiribûn, Îranê jî ew îdam kir!
Al Hurra behsa gotinên endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre jî dike ku gotibû Mistefa Selîmî derbasî Herêma Kurdistanê nebûye. Lê malbata Selîmî dibêjin, ew derbasî Herêma Kurdistanê bûye ûji aliyê asayişa YNKê ve hatiye radestkirin.
Di nûçeyê de hatiye gotin, Mistefa Selîmî ji asayişa YNKê re gotiye, bihêlin ez xwe bikujim lê min teslîmî Îranê nekin!
Al Hurra destnîşan dike ku YNKya parêzgeha Silêmaniyê birêve dibe, di bin serweriya Îranê de ye.
Girtiyê siyasî yê Kurd Mistefa Selîmî meha Nîsanê piştî ku ji girtîgeha Seqizê xwe rizgar kiribû û derbasî Başûrê Kurdistanê bûbû, ji aliyê asayîşa YNKê ve li bajarokê Pêncwenê hatibû girtin û piştî ku ew radestî Îranê kiribûn jî rejîma Îranê Selîmî îdam kiribû.