image

PeyamaKurd - Malpera El-Arabiye al-Ceded, îro 21ê Gulanê sedema betalbûna serdana Serokwezîrê Iraqê Mehmed Şîya Sûdanî ya bo Şingalê eşkere kir.

Çav li rê bû Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di 12 û 13ê Gulanê de serdana parêzgeha Nînewayê bike, lê hay ji plana PKKê li dijî wî hatiye kirin hebûye û serdana Şingalê jî hatiye betalkirin.

Malperê ji zarê parlamenter Mehme Xelîl daye xuyakirin, Sûdanî plan kiriye ku serdana hemû herêmê bike, bi taybetî Şingalê, ku 115 kîlometran dûrî Mûsilê, navenda parêzgeha Nînowa ye, da ku rewşa rasteqîne ya navçe û navçeyên Nînowayê bibîne.

Hat diyarkirin, serdana wî piştî agahiya ku PKKê şervan û alîgirên xwe li ber deriyê bajêr kom kiriye û plan kiriye ku li ber wesayîtên xwe xwepêşandanê bike, serdan hatiye betalkirin.

Xelîl daye zanîn ku saziyên ewlehiyê yên Iraqê derbarê rewşa Şingalê de serokwezîr xapandine û jê re negotine ku PKKê û çekdarên wê bi temamî xwe li ser wî bajarî ferz kirine.