image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Pêncşemê pêşwazî li Balyozê Rûsyayê yê Iraqê Maxim Maximov kir ku ji bo xatirxwestin û dawîanîna erkê xwe serdana Herêma Kurdistanê kir.

Piştî civînê hat ragihandin, di vê hevdîtina ku Konsolê Giştî yê Rûsiya li Hewlêrê Oleg Levin jî beşdarî kir de, behsa pêşxistina pêwendîyên dualî û pêşhatên dawî yên Iraq û deverê hat kirin.

Balyozê Rûsiya li Iraqê pesnê ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê da û bi taybetî jî di warê avadankirinê û geşkirina aborî de da ku dibe nimûneyek ji bo deverên din ên Iraqê.

Balyozê Rûsî amadehiya welatê xwe ya ji bo pêşxistina pêwendîyên di hemû waran de ligel Herêma kurdistanê da xuyakirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasîya rola Balyozê Rûsya di baştirkirina pêwendîyên dualî de kir û hêviya serkeftinê di erkê wî ya nû de xwest.

Serokwezîr Barzanî, bal kişand ser pêwendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê û baştirkirina hevkariyên di navbera her du aliyan de ji bo rûbirûbûna gefên terorê kir.

Herwiha hilbijartinên dahatû yên Iraqê û hewldanên rûbirûbûna nexweşiya koronayê mijarên din ên civînê bûn.