image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi nûnera taybet ya Neteweyên Yekgirtî bi Jeanine Hennis-Plasschaert re hevdîtinekî pêkanî. Di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê, li ser mafên Herêma Kurdistanê yên darayî û destûrî axifîn û girîngiya wan guftûgo kirin.

Her dû teref ragihandin ku divê hilbijartina Kurdistanê di 25ê Sibat a 2024an de li gor teqwîmê bêkirin.

Parlementoya Kurdistanê di 9ê Cotmeh a sala 2022an de biryarê dabû ku wezîfa parlementoya Kurdistanê heya salekî dirêj bike. Dadgeha Federal ya Iraqê di 30yê Gulana 2023an de biryarê dabû ku li gor destûrê dirêjkirina wexta hilbijartina parlementoyêne rewaye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi temamê partiyên siyasî yên Kurdişstanê re şêwra xwe kiribû û ji bo 25ê Sibata 2024an roja hilbijartinê danîbûn.