image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Nîsanê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Stephen Hickey kir.

Balyozê Brîtanya yê li Iraqê, êrîşên van demên dawî yên ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir û piştgiriya Hevpeymanan bo Herêma Kurdistanê car din anî ziman û ragihand ku ligel hikûmeta Iraqê di pêwendiyê de ne, da ku sînorek ji bo wan êrîşan were danîn û bi dawî bibin.

Di hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya cîbicîkirina yasaya budceyê û şandina heqên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federalî ve hat kirin.

Balyozê Brîtanyayê pesnê reformên Herêma Kurdistanê da, bi taybetî reformên Wezareta Pêşmerge û amadebûna welatê xwe ji bo piştevanîkirina Hikûmeta Herêmê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya piştgiriya helwesta Brîtanyayê û Hevpeymanan kir û daxwaz kir ku hikûmeta federalî, pabendbûnên xwe li hember Herêma Kurdistanê, bi taybetî bi yasaya budceya giştî, cîbicî bike û para budceya Herêmê, di demeke nêz de bişîne.

Hilbijartinên bê yên Iraqê û asayîkirina rewşa deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, beşeke din a gotûbêja civînê bû.