image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da xuyakirin ku di demek nêzîk de şandên Kurdistan û Bexdayê dê li ser çareserkirina pirsgirêkan dest bi gotûbêjan bikin.

Dİ daxuyaniya ku ji aliyê malpera fermî ya hikûmetê ve piştî civîna Encûmena Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin de, êrîşa terorîstî ya Hewlêrê car din hatiye şermezarkirin û destxweşî li hêzên ewlehiyê hatiye kirin bo girtina tohmetbarên wê êrîşê.

Di civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz ji wezîran kir bi baştirîn şêwe hurmeta welatiyan were girtin û feq û cudahiyê nexin navbera wan.

Mesrûr Barzanî ragihandiye ku di demek nêzîk de şandên Kurdistan û Bexdayê dê li ser çareserkirina pirsgirêkan bicivin.

Di beşeke din ya civînê de behsa elektironîkirina xizmetguzariyan hatiye kirin û hat gotin ku bila welatî malpera fermî ya hikûmetê (gov.krd) wek çavkaniyên belge û agahiyên fermî bikar bînin.