image

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi riya vîdyokonferansê bi şanda danûstandinkar a Hikûmeta Kurdistanê ya bi hikûmeta Iraqê re danûstandinan dike re, civiya.

Piştî civînê hat ragihandin ku di civînê de, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ronî xiste ser serdana hefteya borî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û encamên guftûgoyên ligel hikûmeta federalî û pêşniyazên bo çareserkirina pirsgirêkên mayî bi serokwezîr ragihandine.

Mesrur Barzanî destnîşan kir ku wê Herêma Kurdistanê di guftûgoyan de berdewam be, ji bo gihîştina rêkeftinekê ku maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê tê de parastî bin.

Serokwezîr Barzanî got: “Herêma Kurdistanê berevanî û pêdagiriyê li mafên rewa yên di çarçoveya destûra Iraqê de dike û ti carî jî dest jê bernade.”