image

PeyamaKurd – Heyeta çavdêr ya YA yê û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hilbijartinên Iraqê hevdîtin kirin û Barzanî ragihand ku temamê dezgeyên hukumeta Herêma Kurdistanê amade ne da destekê bidin heyetê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtina xwe li Hewlêrê bi heyeta di bin serokatiya parlementera Yekîtiya Awrûpayê Viola Von Cramon-Taubadel re kir. Di hevdîtinê de seroka heyetê Viola Von Cramon-Taubadel û Barzanî li ser hilbijartinên Iraqê rawestiyan û seroka heyetê got ku wê tenê pêvajoya dengdana li ser sindoqan bişopînin û wê mudaxeleyê hilbijartinê nekin.

Barzanî di hevdîtinê de balê kişand ser wezîfa ku YA yê girtiye ser milên xwe û got ku deverên Kurdistanî yên di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ne, divê hilbijartin bi edalet, bêhîle, şiddet çênebe û di nav hûzûrê de hilbijartin bêkirin.

Hilbijartina 10 ê cotmehê wê bibe 5 em hilabijartina parlementoya Iraqê û ji bo hilbijartinê 109 partî, 21 koalîsyon û namzedên serbixwe dikevin hilbijartinê. Bi temamî 3.249 namzed wê ji bo 329 kursiyan bikevin hilbijartinê.

Ji bo çavdêriya hilbijartinê ji YA yê û Neteweyên Yekgirtî, ji Yekîtiya Ereb 51 welat û ji 25 rêxistinên serbixwe çavdêr wê hilbijartinê bişopînin.