image

PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro serdana mala xwandevanên zankoyê kir û bi xwandevanên zankoyên Kurdistanê re civiya.

Îro piştî nîvro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana mala xwandevanên zankoyê kir û bi xwandevanên zankoyê re civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di destpêka civîna bi xwendekaran re da zanîn: “Hez dikim guftûgoyeke bi aşkere bi we re bikin û guhdariya we bikim, heta bizanim daxwazên we çi ne.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Em li welatekî dijîn, mixabin bi dirêjahiya dîrokê rastî qeyran, pirsgirêk, êrîş û stemê bûye. Hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê mexdûr bûn. Herwiha gelek hewl jî tên dayîn ku em li ser pêyên xwe ranewestin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Gelek erk li ser milê me ne, erkê me yê sereke jî, em vê ezmûn û statuyê biparêzin û pêşerojeke baş ji nifşê re nû re ava bikin.  Ji bilî wê jî, erkekî din heye, ew jî her welatiyek karê xwe bike û bi rola xwe di nava civakê de bibînin û bi pêş bixe.”

Herwiha diyar kir: “Ez dizanim ku pirsgirêkên we hene, lê belê li hemû Kurdistanê pirsgirêk hene. Her çînekê pirsgirêkên wan ên cuda hene. Lê belê çareserkirina pirsgirêkan bi gufûtgoya bi hev re tê kirin. Divê em guhdariya hev bikin û bi hev re hest bi berpirsariyê bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand: “Daxwazên we gihîştin pêş min û her hewlekê ji bo çareserkirina wan didin. Ji aliyekî din ve, me dîtin ku xwepêşandan hatin kirin, xwepêşandan jî mafekî asayî ye, Hikûmet piştevaniyê li xwepêşandanên aştiyane dike, lê belê êrîşkirin û dirustkirina tundûtûjî û aloziyê, nakeve xizmeta xwendekaran û daxwazên wan.”

Herwiha destnîşan kir: “Nabe hûn rê bidin kesên din xwe bixin nav xwepêşandanên we û alozî û tundûtûjiyê bikin, ev nakeve xizmeta xwendekaran û daxwazên wan û wiha pirsgirêk jî çareser nabin. Daxwaz ji hemû xwişk û birayan dikim, eger hûn xwepêşandanê dikin, bila xwepêşandan bi hêminî bin, dûrî şewitandina baregeh û tundûtûjiyê bin, yan nûnerên xwe bişînin ta ku daxwazên we ji hikûmetê bikin.”

Mesrûr Barzanî herwiha da zanîn: ‘‘Ew zankoyên ku yên hikûmetê ne, bêpare ne û hikûmet li hember xwendinê pare nastîne. Daxwaza fonêkirin ji bo zankoyên bêpare li ti cîhekî cîhanê tuneye. Zankoyên din hene yên taybet in û xelkek heye şiyana wan a madî baş e û pare didin ji bo ku bixwînin.

Serokwezîr Barzanî diyar kir: ‘‘Eger em bixwazin çav li welatên pêşketî jî bikin, xwendin li wan deveran jî bêpare nîne û divê pare bê dayîn. Li bankayan deyn dikin û pişt re bi qist ango texsît pare didin zankoyan. Deyn jî banka dide û hikûmet nade, em wek hikûmet xwendinê bêpare pêşkeş dikin, ji ber wê nizanim çima ev daxwaza niha careke din derxistin pêş û zindî kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kir: ‘‘Sala 2014ê ve ji ber krîza darayî fon nayê dayîn. Niha ji nû ve ew daxwaz tê kirin, çima xwedê girawî aboriya Kurdistanê baştir bûye. Me zanî sedemê xerabûna aboriya me di çi de ye. Sala 2014ê heta niha budçeya ku pêwîst e ji aliyê Iraqê ve hatiba şandin, nehatiye şandin û ew bû sedem ku hikûmet deyn bike.’’