image

PeyamaKurd - Bi boneya koça dawî ya dayika 3 şehîdên riya rizgariyê ya Kurdisanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke serxweşiyê arasteyî malbata xatûn Hacî Xal Şîrîn Heme Kerîm Dereqeyserî kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya bo xatûn Xal Şîrîn Heme Kerî Dereqeyserî derbirî ku ji binemaleke niştimanperwer a devera Hewreman e û dayika her sê şehîdan (Celal, Serdar û Sebah) e.

Mesrûr serxweşî û hevxemiya xwe arasteyî wê binemala têkoşer kir û got: “Daxwaz ji xwedêyê mezin dikin, di bihuşta xwe de şad bike.”