image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser îhlala mafên cotyarên Kurd yên li Kerkûkê ku ji aliyê rêvebiriya Ereban de, li ser axa Kurdan, Erebên Îtxal hatine bicîhkirin û bi zorê erdê cotyarên Kurda dajon, peyamekî belav kir û di peyama xwe de bang kir ku rêvebirên Ereb dev ji îhlalên mafên cotyarên Kurd berdin. Îro Erebên ku ji derve de çûne bajarê Kerkûkê navça Dakûkê, êrîş birine ser cotyarên Kurd û erdê wan ajotine. Li ser mijarê, serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî weha got:

“Êrîşa ser cotyarên Kurd yên li navça Dakûk a bi ser Kerkûkê endîşe dide mirovî. Em bang li serokkomarê Iraqê, serokwezîr û serokê parlementoyê dikin ku nehêlin êrîş herin ser cotyarên Kurd yên li navça Dakûk a Kerkûkê û ji bo dawî li êrîşan were bikevin nav tevgerê. Van kiryaran li dijî jiyana di nav aştiyê de ne û li dijî xala 140 ê ya destûra Iraqê ne.

Dezgeyên federal yên pêwendîdar divê dawî li van kiryaran bînin. Ev kiryarên han, ji aliyê terefên ku dixwazin bi awayekî ne qanûnî, bera Kurdan bidin û dest deynin ser erdê Kurdan de tênkirin.”