
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser helîkoptera ku li Çemanka Amediya Duhokê ketibû ragihand ku helikopter ji aliyê grûbekî di bunya YNK ê de ya bi navê KNU de hatiye kirîn. Barzanî got ku heya niha di derbarê helîkoptera duyem de ti agahî bi dest nexistine.
Barzanî di civîna Çiyayê Korek ê de ya ku bi nûner û dîplomatên ji welatên cuda re civîn kir de ragihandina xwe ya di derbarê helîkoptera ku roja çarşema borî de ketibû, kir. Barzanî weha got:
“Helîkopter esas ji aliyê grûbekî di bin sîwana YNK ê de ya bi navê KNU de hatiye kirîn. Lê em nizanin çawa gihaye Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD).
Em di mijarê de bi koalisyona navdewletî û hukumeta federal re ji bo mijar rohnî bibe dixebitin bê çawa bê îzin bistînin di herêma Kurdistanê de digerin.
Gelek tişt hene ku em ragihandina wan bikin. Hêvî dikim ku xelkê me û hun hemû karibin bersivan bibînin.”