image

PeyamaKurd – Serokwezîre Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku bi serokwezîrê Iraqê bi Mistefa Kazimî re li ser şandina budçeya Herêma Kurdistanê bo Kurdistanê lihev kirine.

Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku wan bi Mistefa Kazimî re bo pêşdebirina têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê lihev kirine. Barzanî weha got:

“Ez pê bextewerim ku me lihev kiriye da pereyên ji budçeyê yên ji serê sala 2021 ê heya niha, bo Herêma Kurdistanê nehatine şandin, dê bo Herêma Kurdistanê bêşandin. Me vê zahmetiyê bihevre derbas kir.”

Mesrûr Barzanî bi sedema desteka serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî sipasiya wî kir û got ev noqteyekî girînge.