image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî qanûna xaz û petrolê hat guhertin cara yekem serpereştiya konseya xaz û petrolê kir. Barzanî di heman wextê de bi xwe serokê konseyêye jî. Di civînê de cîgirê serokwezîr Qubad Talabanî jî amade bû.

Di civînê de biryar hat dayîn ku ji bo 6 mehên ewilî yên sala 2022 an, li ser xerckirin û dahata petrolê wê bi raya giştî re bi raporekî parvebikin.

Hat ragihandin ku di 6 mehên ewilî yên 2022 an de diviya hukumeta navendî ji hukumeta Herêma Kurdistanê re 1 trîlyon û 200 mîlyar dînar pere bişanda lê heya niha 400 mîlyar dînar pere şandiye ku dike yê 2 mehan û hukumeta Herêma Kurdistanê ji dahatên petrol û xazê mehaneyên karmendan daye.

Di civînê de, di serî de li ser mijarên xaz û petrolê rawestiyane, têkiliyên navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê arîşeyên ku hene niqaşê kirine û behsa pêdiviya çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê ragihandine.

Her weha li ser zora wezareta darayî ya Iraqê ku her wext Herêma Kurdistanê dixe rewşekî zahmet, behsa amadekariyên yasayî kirine û eger Bexda bixwaze, heyetekî ji hukumeta Herêma Kurdistanê amade ye ku here Bexdayê da li ser pirsgirêkan biaxife.