
PeyamaKurd – Şaredarê bajarê Agiriyê yê berê ku ji partiya AKP ê bû, yê bi navê Savcı Sayan ji bo bibe parelementer ji şaredariya Agiriyê îstîfa kiribû û meqamê şaredar vala mabû.
Meclisa şaredariyê ya bajarê Agiriyê ji bo şaredarê nûh ji nav endamên meclisê destnîşan bikin, hilbijartinê kirin û di tûra 3em de Metin Karadoğan dengê 20 endaman sitend û bû şaredarê nû yê Agiriyê. Di dengdanê de 20 endamên AKP ê û 11 jî yên HDP ê amade bûn.
Şaredarê berê yê Agiriyê Savcı Sayan di 14 ê adarê de ji wezîfa xwe îstîfa kiribû.