
PeyamaKurd – Ji ber êrîşên Tirkiyê û şerê bi PKKê re ku heta nav gundewarên Zaxoyê çûye, ji bo gelek gundan metirsiya valakirinê çêbûye.
Xelkê gundekî devera Batîfa ya bajarê Zaxo, ji şer bi şev gundê xwe vala dikin û bi roj dîsa vedigerin nav gund.
Qeymeqamê nehiya Batîfa ya bajarê Zaxo, Dilşêr Ebdulsetar ji BasNewsê re daye xuyakirin, şerê Tirkiye û PKKê tirseke mezin xistiye nav dilê xelkê deverê û xelkê gundê Şîlanê ji ber şer bi şev gundê xwe vala dikin û bi roj dîsa vedigerin.
Dilşêr Ebdulsetar herwiha gotiye, “Metirsiya valakirinê li ser gelek gundên din jî heye. Gundê Bankê jî li ber valakirinê ye. Gundê Keşanê hatiye valakirin û xelkê gund derbasî nav Batîfa bûne.”
Qaymeqamê Batîfa da zanîn, ji ber şer û aloziyan gundî nikarin zevî û baxên xwe av bidin û got, heger şer berdewam be dê bax û bîstan û zeviyên welatiyan hişk bibin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di operasyonên dawî yên Tirkiyê de, hêzên tirk bi qasî 20 kîlometran ketine nav erda Başûrê Kurdistanê ku li gorî çavdêrên siyasî niyeta Tirkiyê nîne ji wan deveran vekişe û dixwaze mayîn bibe.