image

PeyamaKurd – Li Mexmûrê hejmarek çekdarên DAIŞê derbasî gundekî bûn û şer û pevçûn di navbera wan û artêşa Iraqê de rû da.

Li gorî zanyariyan, îro danê sibê hejmarek çekdarên DAIŞê derbasî gundekê Koptepe yê Mexmûrê bûn û şer û pevçûn di navbera wan û artêşa Iraqê de derket.

Herwiha eşkere kir, di wî şerî de 2 leşkerên Iraqê birîndar bûn, artêşa Iraqê jî gund dorpêç kiriye û şer heta niha berdewam e.

Di berdewamiyê de destnîşan kir, çekdarên DAIŞê yên îro danê sibê derbasî gundê Goptepeyê bûne, şeva borî li gundê Eliyê Reşî êrîşî hêze artêşa Iraqê kirin û leşkerek kuştin û 4 jî birîndar kirin.

Herwiha derengê şeva 30-11-2023, li nêzîkî gundê Imraniyê yê ser bi parêzgeha Diyale ve, çekdarên DAIŞê bombeyeke ku di nav otomobîlekê de hatibû çandin teqandin. Piştî kombûna welatiyan, bi sekvanan êrîş kirin û di encamê de zêdetirî 27 kes hatin kuştin û birîndarkirin.