image

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, gotarek ji  Rojnameya Washington Post a Amerîkî re nivîsand û tê de behsa êrîşên Tirkiyeyê û helwesta cîhanê kir.

Ebdî di gotara xwe de dibêje;Sala 2014an cîhanê bajarê min Kobanî û gelê min, Kurdên Sûrî nas kir. Wê salê me ligel Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî darbeya pêşî ya giran li DAIŞê da. Û weke encama vê hevkariya me sala 2019an dawî li xîlafeta DAIŞê hat. Îro Kobanê dîsa bi gefa êrîşê re rû bi rû ye. Lê vê carê xwediyê gefê ne DAIŞ e. Ê gefê dixwe hevalbendê Amerîka û endamê NATO ye.”

Mezlûm Ebdî diyar dike; “Hikûmeta Erdogan tevahiya hefteyekê bajarên me bombardiman kirin. Sivîlên me hatin kuştin. Binesaziya me wêran bû. Şervanên HSDê yên şerê DAIŞê dikin bûn armanc.”

Ebdî behsa pêvajoya damezrandina HSDê dike û dide xuyakirin; “Sala 2015an bi hevgirtina Kurd, Ereb û Asûrî me Hêzên Sûriya Demokratîk ava kir. Gelê me bi tevlîbûna hemû netew û baweriyan li her bajarî rêveberiyên xwe saz kir. Li her qadê wekheviya jin û mêr serdest bû. Me ev gav hemû di bin siya ambargo û şerekî giran de avêtin. Bêguman eger serkeftina li Kobaniyê nebana, wê yek ji van gavan jî nehatana avêtin.”

'Deverên hatine dagirkirin bûn meskenê DAIŞê'

Di dewamê de Ebdî dibêje, “Niha êrîşên dewleta Tirk, ji bo van destketiyên me metirsî ye. Dêrik bajarekî nêzî sînor e. Kurd, Êzidî û Xirstiyan tê de bi hev re dijîn. Li vî bajarî ji ber êrîşa Tirk 10 sivîlên me hatin kuştin. Li Hesekê navendeke me û hêzên Amerîka a hevbeş bû armanca lêdanê. Û hê jî Erdogan bi israr dixwaze li dijî herêma me êrişeke bejahî pêk bîne. Ji herdû êrişên beriya niha, em baş dizanin ku wê encama êrişek nû çawa be. Ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi sed hezaran mirov ji cih û warên xwe bûn. Şerê li dijî DAIŞê hat rawestandin. Dawî li aramiyê hat. Êrîş li dijî jinan û komên baweriyan zêde bûn. Deverên di bin dagirkeriya Tirkiyê de bûn meskenê lîderên DAIŞê.”

'Ti pêwendiya me bi teqîna Stenbolê nîne'

Fermandarê HSDê destnîşan dike, “Erdogan hêzên me ji teqîna li Stenbolê berpirsiyar nîşan da. Careke din ez din dibêjim, tê pêwendiya me pê re tine ye. Em bang û daxwaz dikin ku komîsyoneke lêkolînê were avakirin.”

'Tişta em ji cîhanê dixwazin, piştevaniya bo aştiyê ye'

Di dawiya gotarê de jî Ebdî wiha pê de diçe: “Em ji ti alîyan naxwazin ku ji bo me şer bikin. Mîna carên berê, gelê min hê li berxwe dide û em ê niha jî li berxwe bidin. Tişta em ji cîhanê daxwazin bikin, piştevaniya ji bo pêkanîna aştiyê ye.”