
PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî hevpeyvînek da weşana “El-Mecla” û li ser aloziyên li Dêrazorê ragihand, rewş aram bûye alozî jî bidawî bûye.
Ebdî herwiha got ku heger krîza Sûriyê bê çareserkirin, ew wek HSD dixwazin bi awayekî yasayî bibin beşek ji sîstema berevaniyê ya Sûriyê.
Fermandarê HSDê bal kişand ser ku di aloziyên Dêrazorê de tiliya Tehran û Şamê hebûyê û da zanîn, Tirkiye jî bi piştgiriya komên çekdar ên Sûrî ket ser vê xetê, lê ew her sê welat bi ser neketin û niha rewşa Dêrazorê aram bûye.
Ebdî diyar kir, “Aloziya dawî li 5 gundên rojhilatê Dêrezorê rû da. Lê rewş aram bûye, û em hewl didin ku daxwazên xelkê bi cih bînin û pirsgirêkên wan çareser bikin.”
Mezlûm Ebdî da zanîn, Rûsyayê komên çekdar ên ku “hewl didin xwe weke eşîran nîşan bidin” bombebaran kir û destnîşan kir, Rûsya bi formula bikaranîna rewşê ji bo operasyonên nû yên Tirkiyê razî nabe.
Herwiha Ebdî di hevpeyvînê de daye xuyakirin, "Amerîka beşdarî operasyonên leşkerî yên li dijî eşîran nebû, ji ber ku di pêvajoya pêkanîna aramiyê de, ji derveyî piştgirîya esmanî, pêwîstiya me bi piştgirîya Amerîka nîne.”
Fermandarê HSDê got, ew çûna Şamê ji bo danûstandinan red nake û got: “Lê belê heta niha şert û mercên wê yekê çênebûne û me ti nîşaneke çareseriyê ji Şamê nedîtiye.”
Ebdî got: “Me ji Rûsyayê daxwaz kir ku alîkariyê bike, ta ku em bigihin çareseriyeke siyasî ku dawî li krîza Sûriyê ya mezin bîne. Em ji Şamê jî dixwazin ku çareseriyeke siyasî ya realîst qebûl bike.. Lê Şam hîn jî li ser siyaseta xwe ya redkirinê rijd e û her pêşniyarên realîst ên ku krîzê bi dawî bike û bibe alîkar ji bo peydabûna aştî û aramiyê, red dike.”
Mezlûm Ebdî eşkere kir: “HSD hêzeke pîşeyî û niştimanî ye, em daxwaz dikin ku ew bibe beşek ji sîstema berevaniyê ya Sûriyê û piştre rol û karê wê bi yasayekê were birêkxistin.”
Ebdî herwiha tekez kir, her axaftinek li ser hilweşandina HSDê bê kirin, dê ji bo astengkitina her çareseriyeke siyasî ya muhtemel be û dê ti cidiyeta diyalogê nîşan nede.