image

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlum Ebdî, di civîneke online ya bi Zoomê de ku bersiva pirsên medyakaran da, li ser îhtimala destpêkirina operasyona artêşa Tirkiyeyêya  bejahî bi ser herêmên wan de got ku ji ber helwesta netêrker a Amerîka, Rûsya û Hevpeymaniya Navdewletî, “Wê di demeke kin de Tirkiye êrîşeke bejahî pêk bîne.”

Mezlum Ebdî, helwelsta Amerîka û Rûsyayê ya li hember êrîşeke bejahî ya Tirkiyê jî rexne kir û got,  “Ji ber helwesta netêrker a Rusya û Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî wê Tirkiye di demeke kin de êrîşeke bejahî pêk bîne. Ger êrîş rû bide em ê şerekî mezin bikin û axa xwe biparêzin.”

Fermandarê Giştî yê HSDê diyar kir ku êrîşên Tirkiyê li ser heremê didomin û bi taybet jî sivîl û çavkaniyên jiyanê têne armanckirin û got ku wê êrîşa Tirkiyeyê bandorê li ser têkoşîna li dijî DAIŞê jî bike

 Herwiha Ebdî li ser bicihkirina hêzên Şamê li sînorên ligel Tirkiyê jî da xuyakirin, “Ji bo rejîm vegere seranserê sînor lihevkirineke siyasî pêwîst e”.

Li ser tawanbarkirina hêzên wan bi teqîna Taksîm a Stenbolê jî Mezlûm Ebdî got, “Ji bo teqîna Stenbolê divê lêpirsîneke navdewletî pêk bê”.