image

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî, piştî lihevkirina aliyên siyasî yên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û sizayên Sezar (Qeyser) ên Amerîkayê bi ser rejîma Sûriyê de, bi pêkhateyên herêmên jêr kontrola HSDê re hevdîtinan didomîne.

Ebdî pêşwazî li şandeke êlên Ereb ên Reqa û Tebqayê kir hat ragihandin, êlên Tebqayê piştgiriya xwe ji bo hewlên yekîtiyê nîşan dane û gotine ew beşek ji Rêveberiya Xweser in.

Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê li ser wê civînê got, “Civîneke berhemdar bi rûspiyên êşîran re li ser rewşa dawî ya leşkerî, siyasî û aborî pêk hat. Em gelekî spasiya xelkê xwe yê Tebqa û Reqayê dikin ji bo piştgiriya didin HSDê û piştrast dikin ku welatekî bi pişikdariya hemû pêkhateyan were birêvebirin ava bikin.”

Hat zanîn ku di civînê de, rewşa jiyanê ya xelkê herêmê, rêbazên piştgiriya welatiyan û pêşxistina şertûmercên jiyanê bi taybet piştî ku destpêkirina sizayên qanûna Sezar ku bihaya lîreya Sûriyê daketiye, nîqaş kirin.

Di hevdîtinê de rêze pêşniyar ji bo piştgiriya warê çandiniyê û siyasetên pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê hatin pêşkêşkirin.

Rûspiyên Ereb di civînê de, destnîşan kirin ku bi jiyan û xebatên hevpar dê bigihêjin çareseriyeke siyasî ku mafên tevahiya pêkhateyan di çarçoveya avakirina pergalek siyasî, demokratîk û ne navendî de dabîn dike.

Nûnerên eşîrên Ereb dagirkirina Tirkiyê ya beşek mezin ji Sûriyê şermezar kirin û têkoşîna li dijî dagirkeriyê û heta rizgarkirina tevahiya xaka Sûriyê anîn ziman.

Hat diyarkirin ku Mezlûm Ebdî di civînê de, pêşhatên dawî yên siyasî û leşkerî li Sûriyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji rûspiyên Ereb re şîrove kirin.