image

PeyamaKurd- Serokê Mîrekên Ereban yên Yekbûyî Mihemed Zayîd Al Nehyan nameyek ji Serok Mesûd Barzanî re şiyand!

Konsulê Mîrekên Ereban yên Yekbûyî Raşid El Mensûr li Hewlêrê Serok Mesud Barzanî ziyaret kir. Raşid El Mensûr jî nameya taybet ya Mîrê Mîrekên Ereban yên Yekbûyî Şêx Mihemed Zayîd Al Nehyan teslîmî Serok Barzanî kir.

Serok Barzanî jî sipasiya xwe ji bo Şêx Mihemed Zayîd Al Nehyan û Raşid El Mensûr pêşkêş kir.

Her du aliyan li ser dewamkirina alîkarî û pêşdebirina pêwendiyan li hev kirin.