
PeyamaKurd – MÎTa Tirkiyê bi daxuyaniyekê diyar kir, endamê Konseya Rêveberiya Kobanî ya YPGê Erhan Arman (Berxwedan Muş) hatiye kuştin.
Li gor Dezgeha Hewalgiriya Tirkiyê (MÎT) da zanîn, endamê rêveberiya YPGê Erhan Arman ê bi nasnavê Berxwedan Muş, li Kobanî di operasyoneke taybet de hat kuştin.
Herwiha hat eşkerekirin, Erhan Arman di sala 2012an de dema ew ê beşdarî PKKyê bûbûya hat girtin û paşê hat berdan. Pişt re jî di sala 2013an de li Mûşê tevlî PKKê bû.