image

PeyamaKurd - Parlemanterê berê yê PDKê li Bexdayê Mûayed Teyib daxuyaniyên berpirsekî Neteweyên Yekbûyî ku eşkere kiriye, ‘bi hezaran çekdarên biyanî li Iraqê mane û di nava DAIŞê de kar dikin’ nirxand û got, “Amerîka hêza xwe ji Iraqê vekşîne dê dawiya Iraqê were.”

Mûayed Teyib ji malpera KDP.info re ragihandiye: “DAIŞ li Iraqê bidawî nehatiye û berdewam e. Sebeb û sedemên serhildana DAIŞê li Iraqê hîn mane û bidawî nehatine. Heya Iraq aram nebe dê metirsiya DAIŞê her bimîne.”

Teyib dibêje: “Hikûmetên berê yên Iraqê şikestî bûn û xelkê Iraqê nerazî ne ji hikûmetê. Şîe xwepêşandanan dikin li dijî hikûmetê û Sunne jî wê hikûmetê nabînin wek hikûmeta xwe.”

Mûayed Teyib dide zanîn ku aloziyên Iraqê bandorê li ser tevgera DAIŞê dikin, ji ber ku valahiyeke ewlehî li Iraqê heye û DAIŞ derfetê ji vê rewşê dibîne ji bo ku xwe bihêz bike, ji bo başbûna rewş ewlehiyê jî pêwîst e proseya siyasî li Iraqê seqamgîr be.

Mûayed Teyib destnîşan kir, “Eger Amerîka hêzên xwe ji Iraqê vekşîne dê dawiya Iraqê were, ji ber ku ti hêz tune ye bergîriyê li Iraqê bike.”