image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema hilbijartina sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterresî, wî pîroz kir. Antonio Guterres cara duyê ye dibe sekreterê giştî yê NY. Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de pîrozbahiya wî weha kir:

“Bi sedema sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres ji nûh de bû sekreter, wî pîroz dikim. Em bende ne ku pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, Iraq û yên dinya bi wan re bo çareseriyê rû bi rû ne, bi havkarî çareser bikin.”

Dewra duyê ya sekreteriya NY ya Guterres di 01.01.2022 an de, destpêdike û Guterres ji aliyê welatê xwe Potekîz de bo cara duyê namzed hatibû nîşandan.