image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 20ê Hezîranê Yekşemê, di merasîma derçûna xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê de gotarek pêşkeş kir.

Nêçîrvna Barzanî ragihand, divê aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi awayekî yekdeng û bi helwesteke hevbeş peyamekê bidin PKKê ku “ew şerê niha ti sûdeke wê tune ye û divê PKK wî şerî ji gelê Kurdistanê dûr bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser şerê navbera artêşa Tirkiyê û PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê de û daxwaz kir, ew şer ji ax û gelê Kurdistanê bê dûrxistin.

Nêçîrvan Barzanî got: “Divê em bi yek dengî û yek helwestî ji PKKê re bêjin, ev şer bê sûd e û vî şerî ji gelê Kurdistanê dûr bike… Divê em bi yek dengî û yek helwestî ji PKKê re bêjin bi bêrêzî li îradeya xelkê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên rewa nenihêre.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir, “Divê di navxweyê Kurdistanê de em yekrêziya xwe xurt bikin, ku ev yek garantîya parastina mafên me yên destûrî ye.”