
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Gulanê pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Iraqê Şêx Cemal El Zarî kir.
Piştî hevdîtinê hat ragihandin ku di civînê de rewşa siyasî, aborî, berdewamiya hewl û pêngavên bo temamkirina pêkhateya kabîneya nû ya hikûmeta Federalî ya Iraqê û dagirtina wezaretan hatin guftûgokirin.
Herwiha peşhatên dawî yên ewlehiya Iraqê û zêdebûna tevgera terorîstên DAIŞê li çend navçeyên Iraqê û navçeyên Kurdistanî jî hatin axaftin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, nêrîn û rewangehên projeya niştimanî ya Iraqê bo rewş û proseya siyasî li welat û pêşhatên navçeyê bi giştî û çend babetên ku cihê girîngiya herdu aliyan, tewereke din a hevdîtinê bû.