image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 21ê Cotmehê pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson û şanda ligel wî kir.

Malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî civînê ragihand, di civînê de peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Brîtanya, pêşhatên dawî ya rewşa Iraqê, hilbijartina Encumena Nûneran û encamên wê, pêşketina proseyê li gor carên berê û girîngiya yek alî kirina her kêşeyek ya rêkarên yasayî, peywendiyên Hewlêr – Bexda, serdana meha derbasbûyî ya Serok Nêçîrvan Barzanî ya Londonê, hengavên rûbirûbûna pejika kovid – 19, şerê terorê û rûbirûbûna Da’îşê guftûgo kirin.

Her du alî tekez li ser pêşxistina peywendiyan kirin û hevra bûn ku Hikûmeta paşerojê ya Iraqê bersîvdana xwest û çaverêyiyên xelkê welatiyan bê. Ji bo rûbirûbûna pejika Kovid-19 û bandorên wê jî bi taybetî li warê perwerde û aborî da, berfirehkirina proseya derzîlêdana dijî pejikê bi pêwîst û girîng zanî, her wiha xweşhaliya xwe bi proseya hemahengiya Pêşmerge û artêşa Iraqê bi yarmetiya hevpeymaniya navdewletî ya rûbirûbûna Da’îşê de nîşan da.

Di beşeke dinê civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li ser girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî li Bexda û hewlên Serokayetiya Herêma Kurdistanê ya bi vê navê da kir, herwiha spasî piştgîrî û hevkariyên Brîtanya ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir û balkişand li ser berdewamiya dûvdaçûna encama serdana wan ya Londonê û hevdîtin û civînên li gel birêz Serok Wezîr û berpirsên dinê Brîtanya da û pesnê rola Balyozxane û Konsolxaneya Brîtanya li Bexda û Hewlêrê ya li vî derbarî de kir.

Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş, mijareke dinê civînê bûn ku birêz Konsolê Giştî yê Brîtanya jî têda amade bû.