image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku divê erka dadê an ku erka darizandinê di bin bandora hêzên partîzan de nînbe û eger dad serxwebûna xwe wenda bike, wê xelk baweriya xwe ya bi hûqûqê wenda bike. Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî di merasima sondxwarina serokê dadgeha temyîzê û serokê konseya dadê Abdulcebbar Ezîz Hesen de axifî.

Barzanî got ku li Herêma Kurdistanê pirsgirêkên erka dadê ciddîne û li serê tehdîd hene û divê ev mijar çareser bibin. Divê siyaset mudaxle bi dadê neke, ev mijar çareser bibe û di hinek sehayan de bandora siyasetê rabe. Barzanî ragihand ku divê erka dadê û darizandinê serbixwe be û ev bingeha sîstema demokratîk û civaka bextewere. Nêçîrvan Barzanî weha dewam kir:

“Divê dadger erka xwe ya parastina qanûnî deyne ortê. Armanca me parastina temamê endamên dadê ye. Divê dadger û dozger tev serbixwe bin. Bila temamê meqam û terefên din rêz li dadê û serdestiya hûqûqê bigrin. Ji bo hemwelatî baweriyê bi serdestiya hûqûqê bînin, divê serdestiya hûqûqê esas be. Divê serxwebûna fînansî û ewlehiya me hebe. Divê em xwe ji temamê tehdîdên li ser dadê dûr bihêlin û ji wan tehdîd û tacîzan dûr rawestin.”