
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, balyoza Amerîkayê ya Bexdayê Alina Romanowski li Hewlêrê qebûl kir. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de bi giştî behsa budça Iraqê hat kirin. Barzanî gotiye ku divê di budçê de berjewendiyên temamê terefan bidin ber çav û weha dewam kiriye:
“Divê budçe ji bo berjewendiyên temamê herêm û civakên Iraqê be, mafên Herêma Kurdistanê bide ber çav, aboriyê geş bike û ji xelkê re xizmetê bike.”
Di hevdîtinê de behsa hilbijartinên Kurdistanê jî hatiye kirin û Barzanî ragihandiye ku ji bo hilbijartin di wextê de bibe, wê temamê pêngavan bavêje. Di hevdîtinê de her weha konsolosê Amerîkayê yê Hewlêrê Irvin Hicks jî amade bûye û behsa rewşa têkiliyên Amerîkayê bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re, bandora partiyan ya li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê û rewşa herêmê hatiye gotûbêj kirin.
Berya hevdîtina bi Nêçîrvan Barzanî re Romanowski bi serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi Qubad Talabanî re hevdîtinan kiriye û ji bo koordinasyona navbera PDK ê û YNK ê desteka xwe ragihandiiye.