image

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera rizgarkirina Kobanî ji destê DAIŞê, peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Ez salvegera rizgarkirina Kobanî li hemû gelê Kurdistanê pîroz dikim. Di vê bîranînê de em cangoriyên vê lehengiya mezin bi rêz û hurmet bi bîr tînin û bi rêzdarî li ber wan ditewînin.”

Barzanî bal kişand ser rola Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di rizgarkirina Kobanî de û got, gelê Kurdistanê alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ji bîr nake.

DAIŞê di 15’ê Îlona 2014an de bajarê Kobanî û 350 gundên Rojava dagir kir. Nêzîkî 300.000 Kobanî neçar man ji cihên xwe koç bikin.

Kobanî piştî tekoşîna 134 rojan bi piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Pêşmerge û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê di 26ê Çileya 2015an de ji destê DAIŞê hat derxistin.