image

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi sedema car ji bo serokkomariya Tirkiyê hat hilbijartin, îro merasima wî ya sondxwarinê bû û li ser dawerkirina Erdoğan, serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî giha Ankara. Ragihandin ji aliyê serokatiya Herêma Kurdistanê de hat kirin.

Di çarçova merasimê de, wê Barzanî bi gelek rayedarên dewletên dinyayê re were cem hev û hevdîtinan bike. Bi sedema merasima destpêkirina serokkomariya Tirkiyê, ji dewletên dinyayê 21 serokên dewletan, 13 serokwezîr, gelek wezîr, sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg û gelek kesên din û di asta nûneran de gelek kes tevlî merasimê dibin.

Piştî destpêka merasimê, wê li Koşka Çankaya seet di 19.00an de şîva êvarê bidin mêvanên biyanî. Wê piştî şîva êvarê wezîrên hukumeta nû bên ragihandin.