image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden û serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî do li Koşka Sipî ya serokatiya Amerîkayê civiyabûn û li ser diyaloga stratejik ya navbera her dû dewletan û li ser mijara vekişandina leşkerên Amerîkayê ji Iraqê axifîbûn.

Li ser mijarê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:

“Ez ji encama diyaloga stratejik ya navbera Amerîka-Iraqê razî me. Pêngavekî gelkî girînge bo xwutrkirina hevkariya stratejîk ya bo wexteka dirêj, di warê îstîqrarê, aboriyê û hevkariya çandê de. Ez ji ber hewla serokwezîr Mustafa Kazimî û ekîba Iraqê wan teqdîr dikim.”

Joe Biden li ser pirsekî ku berya hevdîtina her dû aliyan hatibû kirin gotibû:

“Ez bawerim li Iraqê her tişt baş dimeşe. Di vê rewşê de rola me ya li Iraqê dema pêwsit be em ê amade bin, dewama perwerdeyan bikin, alîkariyê bikin, eger derê holê, em ê bi IŞİD ê re serî derên. Lê em ê heya dawiya salê di wezîfa muharibiyê de nemînin.”