image

PeyamaKurd-Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê. Barzanî di daxuyaniyê de ragihand ku navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), ji berê baştir e. Nêçîrvan Barzanî di derbarê Hewlêr û Bexdayê de jî da zanîn ku wan li ser çareseriyê, name ji Neteweyên Yekbûyî re şandiye.

Nêçîrvan Barzanî, di daxuyaniyê de bal kişand ser têkiliyên navbera aliyên siyasî yên Kurd û got, “Em îro hatine Silêmaniyê da ku beşdarî derçûna xuleya leşkerî bibin û ligel aliyan bicivin. Hevdîtina me bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî, Serokê Komla Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr û Tevgera Gorranê re hebûn. Di civînan bi awayekî giştî tekezî li ser wê hat kirin ku divê em bi hev re ji bo berjewendiya vî welatî kar bikin û hemû civîn jî di vê çarçoveyê de ne.”

Barzanî di derbarê Bexdayê de jî got, “Em daxwaz dikin pirsgirêk li ser binemaya destûrê bên çareserkirin û em hêvîdar in Bexda were ser xetê û pirsgirêk di çarçoveya destûrê de bên çareserkirin. Me ji Netewên Yekbûyî re nameyek nivîsî û me daxwaz kir ku di pirsa hilbijartinan de û di çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de alîkariya me bikin.”