image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 1ê Sibatê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Irvin Hicks Jr kir.

Hat ragihandin ku di civînekê de proseya çaksaziyê û rêkxistina Pêşmerge û pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê dehatin gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de pêşhatên dawî yên siyasî yên Herêma Kurdistanê û hevdîtin û civînên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hatin gotûbêjkirin û Konsulê Amerîkayê pêşwazî û piştgîriya welatê xwe ji bo diyalog û hewlên çareserkirina pirsgirêkên her du aliyan nîşan da û destnîşan kir ku Amerîka girîngiyeke mezin dide têkiliyên xwe yên digel Herêma Kurdistanê.

Hat diyarkirin ku proseya çaksaziyê û rêkxistina Pêşmerge mijareke din a civînê bû û Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser berdewamî û serkeftina proseyê û spasiya hevkarî û piştevaniya Amerîkayê di vê derbarê de kir.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê jî girîngiya welatê xwe ji bo proseyê û bilezkirina wê diyar kir

Di civînê de herwiha behsa pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, karkirina ji bo serdana şandeke bazirganiyê ya Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê, pirsa mafên mirovan, azadiya rojnamevanî û ragihandinê û çendîn mijarên din ên ku di berjewendiya hevbeş de ne, hatin axaftin.