image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 15ê Cotmehê ligel Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand; di civînê de birêveçûna proseya dengdanê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û encamên wê, rewşa Iraqê bi giştî û pêşbîniyên ji bo siberoja proseya siyasî ya li welat, hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de her du aliyan hêvî xwestine ku encamên hilbijartinan, damezrandina hikûmetekê li pey xwe bîne, ku bersiva daxwaz û hêviyên temamê pêkhateyan be û aramî û seqamgîrî û xizmetguzarî ji bo xelkê Iraqê dabîn bike, herwiha hevnêrîn bûne ku divê her îtiraz û têbîniyên li ser encamên hilbijartinan, bi rêkarên yasayî werin çareserkirin.

Nêçîrvan Barzanî spasî û destxweşî li Jeanine Hennis-Plasschaert û şanda Neteweyên Yekbûyî ya UNAMI kir, ji ber rola wan a berçav a di çavdêrîkirina proseya dengdanê û alîkarkirin û piştevanîkirina Iraqê.